Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî daneyên ku Sazîya Istatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) belav kiriye bêkariya di meha Îlonê de li gorî meha berê 70 hezar kes kêm bûye û bûye 3 mîlyon û 793 kes.
Her weha rêjeyê bêkarbûnê jî bi kêmbûna 0,3 pûanan bûye ji sedî 11,5an.
Vê mehê hijmara kesên bikaranîn 426 hezar zêdebûye û giştîye 29 mîlyon 254 hezarî. Daneyên bikaranînê 0,6 zêdebûye û bûye 45,8.
Ji her 5 ciwanan 1 bêkar e
Rêjeya bêkarbûna ciwanan (yên temenê wan di navbera 15-24an de) li gorî meha berê 0,9 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 21,5, rêjeya istîhdamê 0,3 zêdebûye û gihaştîye ji sedî 32,7an.
Rêjeya karkirina kesên ku temenê wan ciwan in li gorî meha berê 0,1pûan kêm bûye û bûye ji sedî 41,7an.
Ji sedî 54,9ê îstihdamê ji sektora xizmetê ye
Di meha Îlonê de rêjeya kesên hatiye istihdam kirin li gorî meha berê di sektora çandinîyê de 21 hezar kes, di sektora pîşesazîyê de 218 hezar kes, di sektora avahîsaziyê de 13 hezar kes, di sektora xizmetê de jî 175 hezar kes zêdebûye.
Ji kesên ku hatine istîhdamkirin jê sedî 17 çandinî, sedî 21,9 pîşesazî, sedî 6,2 avahsazî û ji sedî 54,9 jî di sektora xizmetê de bi cih bûye.
Bêkarîya giştî ji sedî 21,9 e
Di meha îlonê de pûanê bêkariya giştî 0,2 pûan zêdebûye û gihaştîye ji sedî 21,9an.
Rêjeya kesên ku bi fermî kar nakin ji sedî 30,6 e
Di meha îlonê de rêjeya kesên ku bi fermî kar nakin û di saziya ewlekariyê ya civakî de qeyda wan nîne li gorî heman meha sala par bi kêmbûna 2 pûanan bûye ji sedî 30,5.
Rêjeya kesên ku li derveyî sektora çandinîyê, nefermî dixebitin li gorî sala derbasbûyî 1,9 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 18,6.
(HA/DD/AY)
*Dara Demîralp ev nûçe ji tirkî wergerandiye