*Fotograf: Wezareta Berevaniyê ya Polonyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîrê Polonyayê, Mateusz Morawieckiyî Serokdewletê Rûsyayê, Wladimîr Pûtîn tewanbar kiriye û gotiye ku sedema aloziya penaberên li ser sînorê Belarûsyayê Pûtîn e.
Zêdetirî du hezar penaber li ser sînorê Polonya û Belarûsyayê asê mane. Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenkoyî îdîayên ku dibêjin ji bo tolhildana ji Yekitiya Ewropayê wan deriyê xwe ji penaberan re vekiriye red kiriye.
“Cûreyekî nû yê şerî ye”
Morawieckiyî ev rewş bi gotinên “Cûreyekî nû yê şerî ye ku mirov weke mertalên zindî tên bikaranîn.”
Li aliyekî din, hin aliyên Ewropayê şirketa asmanî ya Tirkiyeyê, THY tewanbar kiribûn ku wan bi balafiran hin penaber birine Belarûsê. Lê THYê ev îdia red kiriye.
YEyê jî Belarûs tohmet dike
YE, NATO û DYA, Belarûsê bi koordînekirina zêdebûna penaberan tohmet dikin. Di vê navberê de Lîtvanyayê jî ji ber ihtimala pêleke nû ya penaberan hêzên xwe yên leşkerî şandiye ser sînorê Belarûsê.
Kuźnica: próba sforsowania polskiej granicy pic.twitter.com/kqCkLPdsiK
— Ministerstwo Obrony Narodowej ???????? (@MON_GOV_PL) November 8, 2021
Lûkaşenko, bi ajansa nûçeyan a dewletê re axiviye û ew naxwazin bi Rûsyayê re li ser sînorî bikevin nava pevçûnekê. (PT/FD)