Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 235emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar berdewam dikin. Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên wek Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Wan, Colemêrg û Stenbolê îro çûn in serdana Emîne Şenyaşarê. Dayîkên Aştiyê li cihekî nêzî avahiya edliyeya Rihayê ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin.
Polîsan destûr nedane dayikan ku biçin serdanê û hinceta astengiyê jî “qelebalixî nîşan dane. Parêzeran xwestine ku polîs hincet bi nivîskî nîşanî wan bidin, li ser vê yekê polîsan daxwaza parêzeran red kiriye û tu hinceteke nivîskî nîşanî wan nehatiye dayîn.
Li ser astengkirina dayikan Emîne û Ferît Şenyaşar ji cihê çalakiyê ber bi dayikan ve çûn. Dayikan malbata Şenyaşar bi çepikan pêşwîz kir. Emîne Şenyaşarê gotiye, “We Adilê min, Celalê min aniye.” Dayikên Aştiyê jî ji bo Emîne Şenyaşar gotin, “Ji bo em hêzê bidin berxwedana te em hatine. Negirî wan kêfxweş neke.”
'Em ê bibin bi milyonan'
Piştî astengiyê şandeya dayikan bi beşdariya malbata Şenyaşar û parêzeran daxuyaniya çapemeniyê da. Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku dayikek ku kezeba wê dişewite 8 meh in nobetê digire û her roj zext li wan tên kirin û ew niha sed kesin wê sibê du siba bibin bi milyonan kes û xwest dawî li bêhiqûqiyê were.
'Bijî berxwedana dayîka Emîne’
Piştre li ser navê dayikan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya axiviye û wiha gotiye: “Em hemû li ba dayîka Emîne ne. Bila her kes xwedî li dayê Emîne derkeve. Em ê li her derê têkoşîna edaletê ya dayê biparêzin. Ji bo edaletê gav biavêjin. Daxwaza dayê Emîne daxwaza me ye jî. Bila dinya hemû dev ji çavgirtinê berde. Bijî berxwedana dayê Emîne. Tevî her tiştî jî dayik edalet û aştiyê dixwazin.”
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê jî Fazîlet Polat axivî û got ew jî dayik in û lewma hatine serdana malbatê û xwest her kes xwedî li têkoşîna Emîne Şenyaşar derkeve.
Piştre gelek Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan axivîn û daxwaza edaletê kirin.
Daxuyanî bi çepik û têlîliyan bi dawî bûye.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(AY/EMK)