Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serpîl Kemalbay, Parlamentera Îzmirê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo binpêkirinên mafên jinên girtî were lêkolînkirin serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê daye.
Pirsgirêkên girtiyan
Kemalbayê di pêşniyarnameyê de bal kişandiye ser van xalan:
*Di Girtîgeha Tîpa F ya bi hijmar 1a Kandirayê de iddiaya ku di 24ê Gulanê de li dijî girtiya bi navê Garîbe Gezerê êrişa zayendî pêk hatiye û tûndkarî li wê kirine heye.
*Di Girtîgeha Tîpa Tya bi Hijmar 2ya Bandirmayê de îddiayên ku dema girtî birin revîrê an jî nexweşxaneyê, "Lêgerîna di devî de" ji aliyê leşker û gardiyanan ve bi destan hatiye kirin, hene. Her weha hatiye diyarkirin ku bi taybetî li ser girtiyên nû yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî tê ferzkirin û eger îtîraz bê kirin gardiyanên jin gefa "Em ê bang li gardiyanên mêr bikin" lê dixwin.
* Hatiye diyarkirin ku girtî û hikumxwarên ku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa Eyê ya Sêrtê sewqî Girtîgeha ya Girtî ya Tîpa Ta Êlihê dibin, di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatine, girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nakin rastî lêdana gardiyanan hatine û gardiyanan heqaret li wan kirine, girtiyên ku li qawîşa 20 kesî ya Girtîgeha Tîpa Tya Manîsayê ji berk u hijmartina li pê qebûl nekirine, gardiyana ew bi erdê de kaşkirine û birine odeyeke tarî ku li wir ew derp kirine. Rêvebirê Girtîgehê gef li girtiyan xwariye û gotiye "Ger pêwîst bike ez ê we bikujim" û girtiyên ku li ser laşê wan gelek şopên lêdanê hebûne, bi awayekî guncaw nehatine dermankirin.
*Di 18ê Çiriya Pêşiya 2021an de ji Bengîsû Ravza Demîrela ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê dimîne re gotine parêzerê te hatiye tu yê biçe hevdîtina parêzer û birine cem 3 polîsên îstîxbaratê. Di 25/10/2021an de rêvebirê nobedar yê girtîgehê gotiye: "Kesên ku hatine polîsên îstîxbaratê bûne û me ev kesana bi destûra dozger girtine girtîgehê” Ev binpêkirinane di çapemeniyê cih girtiye ku ev zanyariyane tenê ji wan çend dane ye.
*Ger tevahî van binpêkirinên mafan bigirin ber çavan; Ez dixwazim komîsyona we li hemberî van pêkanînên kêfî yên zêde dibin, bi yekîneyên pêwendîdar re hevdîtinan bike, ji bo çareserkirinê gavan bavêje, der barê mijarê de civîneke lezgîn lidar bixe û hewldanên pêwîst pêkbîne.
(EMK/AY)