Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komeleya Civaka Sivîl ya di Sîstema Girtîgehan de(CISST) rapora xwe ya meha Çiriya Pêşiyê ya têkildarî girtîgehan aşkere kiriye.
Di raporê de bi taybetî di dema pandemiyê de pirsgirêkên paqijî û xwarinê yên girtiyan derketiye pêş.
Ji destpêka pandemiyê heta niha li 179 girtîgehên cuda ji bo komeleyê serlêdan hatiye kirin.
Komeleyê her meh ev giliyana kiriye rapor û di rapora xwe ya vê mehê de jî cih daye pirsgirêkên heyî yên tenduristiyê, gilî û daxwazên girtiyên nexweş ên di koma xeteriyê de ne.
Betanî û çarşevên gemarokî yên hatiye bikaranîn
Hin giliyên ku di bin sernava "Rewşa Giştî ya Girtîgehan û Tedbîrên Paqijiyê" yên raporê de hatine rêzkirin wiha ne:
- Di destpêka şewbê de girtîgeh bi awayekî perîyodîk û bi rêk û pêk hatin dezenfektekirin, di dema dawî de kêm bûye,
- Li hin girtîgehan nivîn, betanî, lihêf û çarşefên li girtiyan tên belavkirin yên gemarokîne û berê hatine bikaranîn. Ji ber ku li kantînê her dem heman berhem tên firotin girtiyên xwedî alerjî nikarin van berheman bikirin.
- Li hin qawişên girtîgehan, ji ber qelebalixê herikîna hewayê ya paqij nîne,
- Li hin girtîgehên girtî, ji ber ku şibakên qawûşê biçûk in û têra xwe hewaya paqij nagir in ,
- Li hin girtîgehan gardiyan li gorî dûrbûna civakî tevnagerin û di dema jimartinê de maskeyê nadin ber devê xwe,
Mehê maskeyekî didin girtîyên ku salên wan 65 û berjortir in
- Mehê maskeyekî didin girtiyên ji 65 salî mezintir. Girtiyên alerjik yên astim li gel ku xwestine jî belaş maskeyan nadênê û maskeyên ku malbat di dema hevdîtinê de ji bo girtiyan bi xwe re tînin nayê qebûlkirin.
- Li gelek girtîgehan melzemeyên paqijiyê li tiwaletan nayên bicihkirin ,
- Serşok qirêj in, di qawîşên qelebalix de bikaranîna serşokê û saet tên sînorkirin,
- Hejmara tiwalet û destşokan kêm in ,
- Li hin girtîgehên vekirî tuwalet û serşok di qawîşan de nîn in û tuwalet û serşokên giştî bi qawîşên cuda re tên bikaranîn,
- Li hin girtîgehan av qirêj e û nayê bikaranîn, av gelek caran tê qutkirin, ava sar û germ di demên sînordar û diyarkirî de tê dayîn,
- Li hin girtîgehan kota li ser avê tê danîn, lewma li qawîşan bi rêk û pêk paqijiya şexsî nayê kirin,
Xwarina sar û nepaqij didin girtiyan
- Li girtigehan xwarin têra pêdiviyên tevahî girtiyan nake û li hin girtîgehan xwarina amadekirî an jî konserve tê dayîn.
- Ji ber van hemû pirsgirêkan, girtiyên ku nikarin xwarina li girtîgehan tê belavkirin bixwin, neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên xwarinê ji kantînê bi cih bînin,
- Di xwarinên li girtîgehan tên belavkirin de balansa goşt û karbohîdrat nayê bidestxistin, bi giştî sewze, birinc û miqarne tên dayîn,
- Li hin girtîgehan, di belavkirina xwarinê de tedbîrên paqijiyê yên pêwîst nayên girtin,
- Pirsgirêkên xwarinê ji hemû saziyên têkildar ên dewletê re weke gilî hatin ragihandin, lê belê ji bo çareserkirinê ti tiştek nehat kirin.
- Berhemên li kantînê biha ne û cûreyên berheman kêm in,
(AS/AY)