Akademîsyen Hifzûllah Kûtûm ku li Zanîngeha Firat a Xarpetê (Elezîz) kar dike ji ber peyama “Bijî Kurdistanê” derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, îro ji kar derxistine û piştre jî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hatiye desteserkirin.
Hîfzûllah Kûtûmê ku li Zanîngeha Firata Elezîzê di Beşa Darayî, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de Peywîrdarê Lêkolînê bûye, ji ber ku li ser hesabê xwe yê medya civakî gotina “Bijî Kurdistanê” belav kiribû, ji wezîfeyê hatiye girtin.
Herwiha hat ragihandin ku derbarê Kûtûm de li meqamên edlî serlêdana sûcê hatiye kirin.
Li gor zanyariyan, akademîsynê Kurd Hîfzûllah Kûtûm piştî ku îro ji kar hatiye dûrxistin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin.
Hifzullah Kutum, îro Înê 5ê Mijdara 2021an û berî ku bê desteserkirin, li ser twittera xwe, li dijî biryara dûrxistina xwe ya ji kar bertek nîşan dabû û diyar kirib ku ev biryar siyasî ye û ne hiqûqî ye. Kutum nameya betalkirina Rektoriyê parve kiriye û gotiye, "Ne ji ber hesasiyetên hiqûqî, ji ber fikarên siyasî ez ji kar hatim avêtin."
Akademîsyenê Kurd, Hifzullah Kutum her îro li ser twittera xwe di peyameke din de ragihandiye, piştî vê biryarê li ber odeya wî ya zanîngehê hejmareke kesên ne nas kom bûne û gef lê xwarine
Hifzullah Kutum wiha gotiye, “Li dibistanê kesên ku ez wan nas nakim hene. Û ew ne xwendekar in. Bi kêmanî ne xwendekarên ku ez nas dikim. Li ber deriyê min li bendê ne. Ez tiştekî tehdîdkar hîs dikim. Ger li ser min tehdîda şidetê hebe ez dê mafê xwe yê xweparastinê bi tevahî bikar bînim.”
Peyama ku Kûtûm li ser Twîtterê belav kiribû û bûbû sedema ji wezîfe girtinê ev e:
#Kurdish #kurdisharmy #kurdi #Kurdistan #Kurdistane #Barzani #Barzan #beautifulkurdistan @masoud_barzani @IKRPresident @masrour_barzani pic.twitter.com/oYekyal8bQ
— Hifzullah Kutum (@hifzullah_kutum) September 14, 2021
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, Ajansa Mezopotamya