Fotoğraf: Mehmet Turkmen / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Rihayê piştî ku karkerên Ûgûr Tekstîlê bûn endamê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya serbi DISKê li kar hatibûn derxistin. Têkoşîna karkeran biser ketiye.
Piştî ku 300 karker ji nû ve girtine kar, kargeh duh dîsa vebûye û karkeran dest bi kar kirine.
Mehmet Turkmen, Nûnerê Herêmê yê Tekstîlê yê DISKê diyar kiriye ku têkôşîna karkeran bi encam bûye û li ser hesabê xwe yê medya civakî weha gotiye:
“Li Ugur Tekstilê karkeran dest bi kar kirine. Kargeha ku mehek berê hat girtin, îro hat vekirin û tevahî karkerên ku ji kar hatibûn avêtin dîsa bi şûnve girtin. Yekîtî, têkoşîn û piştgirî bi ser ket. Spas ji bo her kesê ku piştgirî da me û li gel me bû. Ev hê destpêk e, têkoşîn didome.”
Çi bûbû?
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger(DISK) in di 10ê Îlonê de li Ûgûr Tekstîlê ya Rihayê rayeya sendîkayî wergirtibû. Li kargehê 300 karker kar dike û di 24 rojên borî de rêveberiya kargehê sendîka nas nekiriye û bi hinceta KOD-18ê dawî li karên tevahî karkeran anibû.
Karkeran li ser vê yekê li pêş kargehê dest bi çalakiyê kiribû.
(HA/AY)