Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattîn Demîrtaşî gotiye ku sînordanînên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re yên di dema pandemiyê destpê kirine, didomin.
Selahattîn Demîrtaşî di hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha nivîsiye:
“Sînordanînên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re yên ji ber pandemiyê li girtîgehan destpê kirine, bi heman rengî dewam dikin. Wezareta Dadê dixwaze qeyrana heyî ji xwe re bike fersend û helw dide ku sînardanînan weguhezîne xespkirina mafan a daîmî.
“Ji me bêhtir, ez van tiştan ji bo girtiyên din dibêjim. Girtîgeha Edîrneyê di 20 rojên dawiyê de bi sloganên protestokirinê dinale, deng tê we?
“Serokên mixalif ên seredanên cida cida dikin, gelo hûn difikirin seredana wan girtîgehan bikin ku serjimara wan 300 hezar e?
“Dema we desthilat wergirt wê girtîgeh di bin berpirsiyariya we de be. Baş e ku hûn ji niha de rewşa girtîgehan bibînin. Min têra xwe dît.”
Başak Demîrtaş, hevjîna Demîrtaşî meha borî beşdarî civîna kanala televizyonê, FOX TVyê bûbû û gotibû ku mafê wan ê hevdîtina vekirî tê astengkirin û 19 meh in ku ew nikarin bi Selahattîn Demîrtaşî re hevdîtina vekirî bikin.
RTUKê paşê ji ber gotinên Başak Demîrtaşê lêkolîna FOX TVyê kiribû. (AÖ/FD)