Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Stenbolê di 5ê Çiriya Pêşiyê de di dema bi serdegirtina depoyên berhevkarên gilêşan de 3 kesên ku hatibûn desteserkirin, serbest bûne.
Karker bi şertê ku bi awayekî negirtî were dadkirin, hatine tehliyekirin. Karkerên ku kaxizan kom dikin, biryara serbestanê li ser hesabên xwe yên medya civakî bi vê peyamê weşandiye:
"Xeberek me ya xweş heye! Kamîl Aytar, Ahmet Karinca û Mahmût Ûzûn ji bo ku bi gotina " Berhevkirina gilêşan ji kolanan ne sûc e" li ber xwe dabûn û hatibûn girtin, serbest bûne! Em ê di her fersendê de dubare bikin; Qanûn ji bo welateke ku mirov bikaribe lê bijî û civakê ye. Hevalno hûn bi xêr hatine nava me..."
Çi bûbû?
Di destpêka meha Çiriya Pêşiyê de ekîbên zabita yên şaredariyên navçeyan û polîsan li Sancaktepe, Umraniye û Ataşehîrê bi ser depoyên berhevkarên gilêşan de girtibûn.
Di operasyonên serdegirtinê de ji ber ku karker li ber xwe didin zêdetirî 200 kes tên desteserkirin. Her weha di dema operasyonan de polîs û zabita dest danîbûn ser kelûpelên wan ên di depoyan de.
Di dema midaxeleya dawî de 10 karker hatibûn desteserkirin. Ji wan 3 di 5ê Çiriya Pêşiyê de ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.(HA/AY)