Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serpîl Kemalbay, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê derbarê kuştina Denîz Poyrazê de hin pirs Parlamentoyê kiriye.
Onûr Gencer di 17ê Hezîrana 2021an de êrîşî avahiya HDPyê ya li Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz li wir kuştibû.
Dozgerî ji ber sûcê ku “biplankirî mirov kuştiye” xwestibû Gencer bi cezayê miebeta girankirî were cezakirin. Her weha ji ber sûcê “parêzbendiya kargehê binpê kiriye”, “zerar daye avahî, sazî an jî eşyayên partiyên siyasî an jî saziyên pîşeyî bikar tînin” xwestibû Gencer heta 7 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin. 6em Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê ev îdianame qêbûl kiribû û bi vî awayî doz hatibû vekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê di îdianameya xwe de îdia kiriye ku beriya êrîşê, di dema êrîşê û dawiya wê de kesê alîkarî daye Gencerî nîne yan jî ti têkiliyeke wî ya bi rêxistinekê re nehatiye dîtin.
“Lêkolîn li ser têkiliyên wî nehatiye kirin”
Kemalbayê di pirsiyarnameya xwe de gotiye, di encama lêkolînên HTSyê de derketiye holê ku êrîşkar di demên cida de 27 caran telefonî Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê kiriye. Lê lêkolîn li ser hûrgiliyên vê nekirine:
“Di çapemeniyê de bi rojan îdia hatine nivîsîn ku SADATê perwerde daye wî û beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûye, lê digel vê jî lêkolîneke berfireh nehatiye kirin ku bê ka têkiliya wî bi SADATê re heye yan na û daxuyaniya ku SADATê li ser malpera xwe weşandiye, weke daxuyaniyeke rast hatiye qebûlkirin.”
Kemalbayê ji Abdulhamît Gul, Wezîrê Edaletê pirsiye û gotiye, lêpirsîna wan polîsan hatiye kirin ku roja êrîş li partiya wan hatiye kirin, li ber deriyê avahiya partiya wan wezîfedar bûne.
Her weha gotiye ku îdia hene SADATê perwerdeya leşkerî daye êrîşkarî û êrîşkar çûye beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûye, gelo lêkolîn li ser van îdiayan hatiye kirin yan na û çima daxuyaniya ku SADATê li ser malpera xwe weşandiye, weke daxuyaniyeke rast hatiye qebûlkirin? (AS/FD)