Fotograf: Serpil Kemalbay / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 5em danişîna Doza Kobaniyê de daxwazên tehliyekirina siyasiyên girtî nehatine qebûlkirin.
Dadgehkirin li Kampusa Girtîgeha Sîncanê, li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike.
Danişîna 5em ji pênc beşan pêk hatiye û heyeta dadgehê duh biryara xwe aşkere kiriye. Her weha heyetê qebûl nekiriye ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaşî de weke mînak nîşan bidin.
Dadgehkirin wê 8ê Çiriya Paşiyê a 2021an dewam bike.
Bixwîne - Demîrtaş: Hûn kî ne ku hûn ê me tehliye bikin!
“Di heman mijarê de du caran tê dadgehkirin”
Di beşa piştî nîvro de Çîgdem Kozan, parêzera Ayla Akat Atayê axiviye û gotiye ku xebatên Akatê yên ji bo Tevgera Jinên Azad (TJA) kirine, weke sûc hatine nirxandin:
“Derbarê vê de li Amedê doz dewam dikin. Ji bo heman mijarê li du cihan cida cida tê dadgehkirin. Biryar hene û dibêjin ku ev bi rengekî zelal binpêkirin e.”
Paşê parêzer Kazim Bayraktar axiviye û wiha gotiye: “Daxwazên me li bin guhê dîwarên Qesrê dikevin û bi şûn de vedigerin lê em ê bi israr paraznameyên xwe pêşkêş bikin. Em ê her bibêjin bê ka ev doz dozeke çawa ya operasyonel e. Li bin guhê dîwarên Qesrê dikevin û bi şûn de vedigerin lê em ê em ê bi berdewamî paraznameyên xwe pêşkêş bikin.”
Parêzer Cîhan Aydinî jî hebûna gelek saziyên fermî yên di bin navê dozdariyê de rexne kiriye.
Cemîle Tûrhalli Balsak, parêzera Sebahat Tûncel, Alp Altinors û Ayşe Yagciyê jî gotiye ku heyeta dadgehê nawxaze ew mafê xwe yê parastinê bikin.
Parêzer Şevîn Kaya wiha axiviye: “Periyoda danişînan a hefyeyekê nayê qebûlkiirin. Hîna yên paraznameyên xwe pêşkêş nekirine hene. Hin siyasetmedar hene ku hîna lêkolîna li ser dosyaya xwe nekirine. Li gorî fermana dane we, hûn dixwazin dozê demildest bi dawî bikin.”
Parêzer Serdar Çelebiyî bal kişandiye ser rewşa tenduristiyê ya Aysel Tûglûk, Alîkara Hevserokên Giştî yên HDPyê ya li Girtîgeha Jinan a Kandirayê girtiye û doza tehliyeya wê kiriye. (AS/FD)