Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê saziyên civaka sivîl bi civîneke çapemeniyê qedexeya li ser çalakî û bernameyan protesto kiriye. Civîna çapemeniyê li Salona Konferansê ya Tahir Elçiyî ya Baroya Wanê pêk hatiye.
Li Wanê hezar û 800 roj in ku çalakî qedexe ne.
Zulkuf Ûçar, Serokê Baroya Wanê di civînê de metna ji bo çapemeniyê hatiye amadekirin, xwendiye. Ûçarî gotiye ku li Wanê Walîtî bi biryarên daimî 5 sal in civîn û meşên xwenîşandanê qedexe dike û di dema bernameyan de polîs tundkariyeke bêpîvan bikar tîne. Her weha cezayan dide beşdaran.
Biryarên qedexekirinê li dijî qanûnan e
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ûçarî diyar kiriye ku biryarên qedexekirinê li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Dadgeha Destûrî û Qanûnan e. Di dewama daxuyaniyê de Ûçarî destnîşan kiriye ku bi Rewşa Awarte re dixwazin “qedexeya çalakî û bernameyan” mayînde bikin û civakê li dijî van qedexeyan sînorê “êdî bes e” gelekî borandiye.
Baroya Wanê, Odeya Doktoran a Wan-Colemêrgê, Nûneriya TIHVê ya Wanê, Platforma Şaxan a KESKê, Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyan, Komeleya Jinan a STARê, Çalakvanên Tevgera Jinên Azad, Komeleya Hawirdorê ya Wanê, Odeya Diransazan a Wanê, Şaxa Wanê ya Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Cezaxwiran re, Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhatê beşdarî civînê bûne.
Her weha Hevserokên navçeya Rêya Armûşê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî dane daxuyaniyê.
Çi bûbû?
Ji 21ê Tîrmeha 2016an ango ji roja Rewşa Awarte hatiye ragihandin heta niha li Wanê destûrê ji bo çalakiyan nadin. Walîtiya Wanê li ser hev biryarên qedexekirina çalakiyan dide û bi vê re polîs gelek civînên çapemeniyê, çalakî û bernameyan qedexe dikin. Herî dawî di 25ê Çiriya Pêşiyhe de endam û rêveberên Odeya Doktoran a Wan-Colemêrgê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û hin saziyên din, xwestibûn li ber Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê civîneke çapemeniyê li dar bixin. Lê polîsan bi sedema qedexeyê, destûr nedabû. Di encamê de Huseyîn Yavîç, Serokê Odeya Doktoran a Wan-Colemêrgê û Sevîm Çîçek, Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê hatibû desteserkirin. (SO/FD)