Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) “Rapora Xwe ya Binpêkirinên Mafan Li Girtîgehên Herêma Marmarayê ya Sê Mehan(Tîrmeh-Tebax-Îlon) îro bi daxuyaniyekî aşkere kiriye.
Li gorî rapora ku bi serlêdanên girtî û xizmên wan re bi giştî 25 girtîgeh hatine amadekirin û daneyên ku ji agahiyên di çapemeniyê de hatine bidestxistin, binpêkirinên mafan di meha Îlonê de zêde bûne.
Seroka Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Komîsyona Girtîgehê ya ÎHDê Mehmet Acettîn û Parêzer Ummuhan Kaya tevlî daxuyaniye bûne. Parêzer Kaya diyar kiriye ku rapora wan li gorî mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hatiye amadekirin û ji bilî Herêma Marmarayê serlêdanên ku ji girtîgehên herêmên din jî hatine di rapora wan de cih digirin û wiha gotiye:
"Bi giştî serlêdanên 25 girtîgehan in. Di nav 3 mehan de ji bo komeleya me serlêdana 761 binpêkirinan hatiye kirin."
Li gorî rapora ku bi serlêdanên girtî û xizmên wan re bi giştî 25 girtîgeh hatine amadekirin û daneyên ku ji agahiyên di çapemeniyê de hatine bidestxistin, binpêkirinên meha Îlonê zêde bûne
Di beşa encamê ya raporê de jî ev tişt hatine rêzkirin:
* Binpêkirina mafan û tecrîd kûrtir bûye.
* Guhertina Qanûna Ceza ku di Nîsana 2020an de hat qebûlkirin bi piştgiriya mînakên neyînî qadeke nû ya pirsgirêkan afirandiye.
* Pandemî li ser mafê tenduristî û dermankirinê û mafê jiyanê û her wiha zêdekirina binpêkirinên mafan û tecrîda giran a di pêkanîna mafên bingehîn de tehdîteke giran didomîne.
* Divê ji bo hemû girtiyên di koma rîskê de bi taybetî jî girtiyên nexweşên giran bergiriyên tenduristî û jiyanê bi lezgînî bên girtin û di pêvajoya pandemiyê de bên berdan û ji rîskê bên parastin.
* Bi giranî; em armanc dikin ku bi bala rayedar û raya giştî bikişînin û pêşiya binpêkirinên mafan bigirin. Em dizanin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dengê ku li derve bê bilindkirin tên astengkirin. Ji ber vê yekê; hûn dikarin rapora ku me amade kiriye ji bo hişyarkirina rayedaran a ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan bi kar bînin.”
*Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(AS/AY)