Ji ber çalakiyên Geziyê 15 kes bi 93 salan ceza kirine
![Ji ber çalakiyên Geziyê 15 kes bi 93 salan ceza kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/252/455/original/ekumenik-patrik-biden1.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Erzîncanê dadgehkirina 15 kesên ku beşdarî çalakiyên berxwedana Geziyê bûne bidawî bûye. Dadgehê di navbera 2 sal û 6 mehan û 8 6 sal û 8 mehan de cezayê girtîgehê daye wan.
Bersûc bi tohmeta ku “li dijî Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê ya hejmar 2911ê derketine” û “ji bo nehêlin wezîfeyê bikin li ber xwe dane” dihatin dadgehkirin.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Erzîncanê biryara xwe di 21ê Çiriya Pêşiyê de aşkere kiriye.
Dadgehê her yek ji wan 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê daye 10 kesan û her yek ji wan 6 sal û 2 meh cezayê girtîgehê daye çar kesan.
2 sal û 6 meh ceza jî daye bersûcekî.
Li gorî vê rewşê li ser hev 93 sal û 10 meh cezayê girtîgehê daye li bersûcan.
Dadgehkirinê 8 salan dewam kiriye
Îdianame piştî ku hatibû amadekirin bi salekê ango di 13ê Gulana 2014an de hatibû qebûlkirin û doz hatibû vekirin.
Dadgehkirin piştî 8 salan biencam bûbû.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Erzîncanê di danişîna 35an de biryara xwe aşkere kiriye.
Parêzerên wan li dijî biryarê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Erzeromê dane. (AS/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)