Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) rapora xwe ya nû weşandiye. Navê rapora TIHVyê “Bêdengkirina Rexneyê ye”. Rapor li ser sînorkirina qada welatibûna demokratîk sekiniye û behsa binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê û ya medyayê kiriye ku di navbera salên 2015 û 2019an de pêk hatine.
Akademiya TIHVyê ev rapor ji ber daneyên Navenda Dokumantasyonê ya TIHVyê amade kiriye. Li gorî vê raporê, li Tirkiyeyê di van 5 salan de 2 hezar û 779 caran mafên azadiya xweîfadekirinê hatine binpêkirin. Di encama van binpêkirinan de 6 hezar û 479 kes desteser bûne û 2 hezar û 801 kes jî hatine girtin.
Hezar û 372 doz vebûne û 27 hezar û 448 meh cezayê girtîgehê dane 727 kesan. Di vê demê de ku pêvajoya Rewşa Awarteyê jî di nava wê de ye, 184 saziyên weşangeriyê hatine girtin.
Azadiya xweîfadekirinê û ya medyayê herî sêde li Stenbol, Amed û Enqereyê hatiye binpêkirin. Li gorî rêjeya serjimarê jî herî zêde ji Dêrsim, Amed û Şirnexê serlêdan ji bo binpêkirinan bûne.
Rêjeya dozên "heqareta li Serokomarî" bilind bûye
Beşeke mezin ji binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê ji ber tohmetên “Propagandaya rêxistinê” (476), “Heqareta li Serokomarî” (346) pêk hatine. Li pey van jî “Hewldana ji holê rakirinê ya pergala Destûra Bingehîn” (165) û “Endamtiya rêxistinê” hatiye.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku piştî Recep Tayyîp Erdoganî di Tebaxa 2014an de bûye Serokomar û heta niha, hejmara lêpirsîn û dozên bi îdiaya “Heqaret Serokomarî hatiye kirin” hatine kirin û vebûne her çûye zêde bûye.
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, piştî ku Erdogan bûye Serokomar, rêjeya lêpirsînên ji ber heqareta li Serokomarî hatine kirin 47 qatan, dozên hatine vekirin jî nêzîkî 40 qatan zêde bûne.
Medya hatiye dorpêçkirin
Raporê destnîşan kiriye ku zêdetirî (ji sedî 54) binpêkirinîn azadiya xweîfadekirinê yên di dema navborî de, rasterast bi medyayê ve girêdayî ne.
Li gorî raporê di navbera 2015 û 2019an de li ser hev, dezgehên fermî 184 saziyên medyayê û weşangeriyê girtine. 170 ji wan bêyî ku dadgehekê biryar dabe, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên rewşa awarte hatine girtin û dewletê dest daniye ser mal û milkên wan.
Biryarên girtina 21 saziyên medyayî paşê dîsa bi KHKyên rewşa awarte re hatine betalkirin.
Di heman demê de herî hindik hezar û 118 medyakar di encama 287 serdegirtinên polîsan de an jî 146 midaxeleyên polîsan de hatine desteserkirin. 281 medyakar hatine girtin. Li ser hev hezar û 592 sal û 7 meh cezayê girtîgehê bi sedemên cida cida dane 311 medyakaran.
Rojnamegerên hatine kuştin
Di navbera 2015 û 2019an de gelek caran sivîlan êrîş birine ser saziyên medyayê, rojnamegeran û medyakaran û tundkarî li wan kirine. Li gorî rapora TIHVê êrîşî herî kêm 5 saziyên medyayê û herî kêm 23 rojnamegeran bûye.
Di heman demê de Bariş Boyraz, xebatkarê rojnameya Azadiya Welat li Enqereyê, Zeynep Tûnçel, belavkara rojnameya Evrenselê jî li Îzmîrê revandine.
Îbrahîm Abdûlkadir, Firas Hammadî, Najî El Jerf û Muhammed Zahîl el Şerkat, rojnamegerên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn, li riha û Dîlokê, Cemal Kaşikçi, rojnamegerê siûdiyê jî li konsolxaneya Stenbolê ya welatê xwe hatine qetilkirin.
TIHVyê di dewama raporê de behsa binpêkirinên mafan ên ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û xebatên çand û hunerê jî kiriye. (HA/FD)