Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
21em Danişîna Doza Qetlîama Pirsûsê îro li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê li salona Kampûsa Girtîgeha Hilwanê pêk hatiye.
Di 20ê Tîrmeha 2015yê de li ser bangewaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîstê (SGDF) 300 ciwan ji bo kelûpelên alîkarî yên mirovî û pêlîstokan bibin Kobanêyê çûn Pirsûsê û di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Amarayê de ji aliyê DAIŞê ve êrîşa xwekujî pêk hatibû. Di encama teqînê de 33 kes hatibûn kuştin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê piştî ku parêzeran xwestine li dijî mutalayê parastinê bike û heyeta dadgehê daxwaza wan red kiriye, malbatan bertek nîşan daye. Piştî bertekan navber hatiye dayîn û bi destpêkirina danişînê re malbat girtine salona dadgehê. Di navbera malbatan û heyeta dadgehê de cendirme hatine bicihkirin.
Malbatên kesên ku di komkujiyê de mirine , Kesên ku di komkujiyê de birîndar bûne, parêzerên Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê, Ebrû Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Mûrat Çepnî, Nûran Îmîr, Bunyamîn Şeker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol, Şahîn Tumuklu, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û endamên SGDFyê tevlî danişînê bûne.
"Ev darizandin di bin çekan de pêktê"
Di destpêka danişînê de parêzer Rûken Gulagaci mafê axavtinê girtiye û gotiye, “Em weke desteya dadgehê nabînin, di navberê de cendirme hen in. Cendirmeyan derxin derve. Ez muwekîlên xwe jî nabînim. Ev darizandin di bin çekan da pêktê, ev nayê qebûlkirin. Em ne bersûc in. Cendirmeyan bikşînin aliyekî. Her kes bi hêviyekê tê vê derê. Ew dixwazin gotinên xwe yên dawî bêjin. Hûn çima vê asteng dikî?
Heyeta dadgehê daxwaza derxistina cendirmeyan ji salonê qebûl nekir.
Di rûniştina dozê de parêzeran xwest dosyeya Azzo Halaf Suleyman el Aggal ê endamê DAIŞê ku navê wî di temînkirina teqemeniyê de derbas dibe bi vê dosyeyê re bikin yek.
Heyeta dadgehê bi piraniya dengan daxwaza parêzeran ku bila dosye bibe yek red kiriye.
Ji parêzerên dozê Sezîn Ûçar bertek nîşanî biryara redkirina daxwazê daye. Serokê dadgehê xwestiye axavtina Uçar asteng bike. Uçar tevî astengiyê jî axiviye û destnîşan kiriye ku daraz ne serbixwe ye û lewma dosyeya El Aggal bi dosyeyê re nakin yek.
Piştî parastina parêzeran malbatên qurbaniyan axivîn û xwestin ku kujer derkevin holê û werin cezakirin. Malbatan gotin ew kujeran dixwazin û dê nehêlin ser dozê were girtin.
“Bila Davûtoglû bînin dadgehê”
Dayika Suleyman Aksû yê ku di komkujiyê de miribû Kûdret Aksû di danişînê de bi kurdî axiviye û gotiye, “Ez kujeran dixwazim. Bila Davûtoglû (Ahmet Davûtoglû) bînin dadgehê. Heke edalet di bin erdê de be, ez dixwazim li wir were deranîn. 7 caran gora kurê min xera kirin, mala min şewitandin. Ez tenê edaletê dixwazim. Ez kujerên zarokên xwe dixwazim. Hûn serê vê dozê bigirin jî, em ê nehêlin hûn bigirin. Em dayik in, em aştiyê dixwazin.”(AÖ/AY)