Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Osman Kavalayî bersiva Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî daye ku piştî daxuyaniya balyozan, ew kiribû hedef. Balyozan daxwaza azadkirina Kavalayî kiribûn.
Kavalayî diyar kiriye ku bêyî tohmetên li wî tên kirin werin delîlkirin ew çar sal in girtî ye û bibîr xistiye ku wî hîna ceza nexwariye.
Osman Kavalayî gotiye ku gotinên Erdoganî yên biçûkxistinê ne û yên lewitandinê ne. Her weha gotiye, di asta êrîşa li ser rûmeta mirovan in.
Bixwîne - 10 Balyozxane: Divê Kavala demildest serbest bibe
Kavalayî di dewamiya daxuyaniya xwe de gotiye, “Mesajên wisa ne ku dixwaze min weke sûcdaran nîşan bide û bandorê li ser darazê bike. Di nava van şert û mercan de derfetên dadgehkirine adil nemaye û ez ê êdî beşdarî danişînan nebim.”
Çi bûbû?
Balyozên DYA, Almanya, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Keneda, Norwêc û Yenî Zelandayê yên li Enqereyê daxuyaniyeke hevbeş weşandibûn û ji Tirkiyeyê xwestibûn ku Osman Kavalayî azad bike.
Piştî vê daxuyaniyê Serokomar Erdoganî di dema vegera ji Afrîkayê, balyozên her 10 welatên daxwaza azadkirina Kavalayî kiribûn, xistibû hedefa xwe.
Erdoganî wiha gotibû: “Binêrin niha DMMEyê biryar daye. Weke ku dixwazin ji ber kesê bi navê Kavala yê bermahiya Sorosî Tirkiyeyê li vir mehkûm bikin. 10 balyoz çima vê daxwuyaniyê diweşînin? Ev ên vî bermahiyê Sorosî diparêzin, di nava hewldanê de ne ku wî azad bikin. Ma hedê we ye hûn dersê bidin Tirkiyeyê?”
Rewşa Osman Kavalayî
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Weqfa Dîrokê û Mala Çandê ya Amedê ye. (HA/FD)