Fotograf: Ajansa Anadolû
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tirkiye jî di nav de 43 endamên Neteweyên Yekgirtî (NY) ji ber mafên ûygûriyên li Herêma Xweser a ûygurê ya li Sîncanê tên binpê kirin bang li Çînê kiriye û gotiye “bi her awayî rêzê ji serweriya hiqûqê re nîşan bide.”
Duh (21ê Çiriya Pêşiyê) li Komîteya 3yem a Civata Giştî ya NYyê de daxuyaniyeke hevbeş hatiye weşandin ku mijarên derbarê mafên mirovan de li vê komîteyê tên nirxandin. 43 welatan gotiye ku ew ji ber binpêkirinên mafan ên li Sîncanê di nava metirsiyê de ne û wiha dewam kirine: “Divê Komîserê/a Bilind ê/a Mafên Mirovan ê/a NYyê û çavdêrên serbixwe demildest biçin herêmê û neyên astengkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li gorî raporan zêdetirî milyonek mirov bi awayekî kêfî hatine desteserkirin û ev jî hebûna kampên “perwerdeya siyasî” nîşan dide. Welatan gotiye, hejmara wan raporan her ku diçe zêde dibe ku dibêjin îşkence li mirovan dikin, kiryarên dijmirovî û biçûkxistinê, xesandina bi darê zorê, tundkariya zayendî tên kirin û zarokan bi darê zorê ji malbatên wan digirin.
Çînê şermezar kiriye
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, Zhang Jun, konsolosê Çînê yê NYyê bangewazî bi gotînên “derew e” û “dixwazin ziyanê bidin Çînê” nirxandiye û şermezar kiriye. Kubayê jî gotiye ku divê midaxeleyê li nava karûbarên navxweyî nekin û piştgirî daye Çînê.
Ingilistan û Almanyayê di sala 2019 û 2020an de du belavokên weke vê weşandibûn. Tirkiyeyê îsal belavok îmze kiriye.
Di vê navberê de piştî Port-a-Prince-ê Taywan nas kiriye û têkiliya wê ya bi Çînê re nebaş bûye, Haîtiyê piştgiriya xwe ya ji belavokê bi paş de kişandiye.
Ajansa Nûçeyan a Fransiyan (AFP) diyar kiriye ku, Swîsreyê jî ji ber mazûbanî ji hevdîtineke di navbera DYA û Çînê re kiriye, belavok îmze nekiriye û gotiyê ji bo wê navbeynkariya di navbera her du welatan de girîngtir e.
Van welatan piştgirî dane daxuyaniyê:
Arnavûtlûk, Avûstralya, Avûstûrya, Belçîka, Bûlgaristan, Keneda, Xirvatistan, Komara Çekyayê, Danîmarka, Estonya, Estvanî, Fînlandiya, Almanya, Hondûras, Izlanda, Irlanda, Italya, Japonya, Letonya, Lîberya, Lîhtenştayn, Lîtvanya, Luksembûrg, Giravên Marshallî, Monaco, Karadax, Naûrû, Hollanda, Zelandaya Nû, Makedonya Bakûr, Norveç, Palaû, Polonya, Portekîz, San Marîno, Slovakya, Slovenya, Ispanya, Swêd, Ingilîstan û Fransa.
(DŞ/FD)