Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Ji ber parvekirinên wî yên medya civakî yên 2016an bi iddiaya ku “heqaret” li Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirimî kiriye doz li stranbêj Ferhat Tûnçî hatibû vekirin. 4emîn danişîna pêk hatiye.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê danişîn duh li 16em Dadgeha Cezê û Eslîyê ya Buyukçekmeceyê pêk hatiye. Di danişînê de parêzerê Tûnçî gotiye miwekîlê wî li derveyî welat dijî û ew nizane miwekîlê wî wê kengî vegere welat.
Dozgeriyê xwestiye ku derbarê Ferhat Tûnçî de biryara zeftkirinê were dayîn.
Desteya Dadgehê biryara zeft kirina Tûnçî daye û danişîn taloqî 17ê Adara 2021an kiriye.
(KO/AY)