Fotograf: James Devaney
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çend roj berê Hevgirtina Çêkerên Sînema û Televizyonê (AMPTP) û Hevgirtina Xebatkarên Şanoyan a Navnetewî (IATSE) aşkere kiribûn ku ji ber saetên zêde ên karkirinê û mehaneyên hindik, wê îro (18ê Çiriya Pêşiyê) dest bi grevê bikin.
Lê ji ber ku çêker û karkeran li hev kirine, grev pêk nehatiye.
Sendîkayên nûnertiya 60 hezar karkeran dikin û şîrketên çêkeran peymanek îmze kirine ku wê ji bo sê salan derbas bibe.
Ji bo karker peymanê qebûl bikin wê dengan bidin lê bi peymana demkî, greva wê bihata kirin, betal bûye.
“We went toe to toe with some of the richest and most powerful entertainment and tech companies in the world, and we havenow reached an agreement with the AMPTP that meets our members’ needs.”https://t.co/861fwvQNii
— IATSE // #IASolidarity (@IATSE) October 17, 2021
Li gorî peymanê di navbera saetên karkirinê de kêmanî divê 10 saetan navberê, şemî û yekşemê 54 saetan bêhnvedanê bidin, fînansa plana tenduristiyê û teqawidiyê û her sal ji sedî 3 divê mehane werin zêdekirin.
Matthew Loeb, Serokê IATSEyê gotiye ku “Endamên me li ser lingan bûn. Em bi hêz in û yekîtiya me heye.”
Ger grev pêk bihata di 128 saliya her du sendîkayan de û ji Şerê Duyem ê Cîhanî de wê biba mezintirîn greva di endustriya sînemayê de. (HA/FD)