Fotograf: Mehmet Turkmen / Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger(DISK) in di 10ê Îlonê de li Ûgûr Tekstîlê ya Rihayê rayeya sendîkayî wergirtibû. Piştre Ûgûr Tekstîlê tevahî karker ji kar avêtibû. Têkoşîna karkerên Ûgûr Tekstîlê biserkevtî encam daye.
Xwediyê kar daxwazên sendîkayî yên 300 karkerên ku ji kar avêtîbû qebûl kiriye.
Bixwîne-Li Rihayê 300 karkerên ku li kar hatine derxistin, dest bi nobetê kirine
Sendîkayê aşkere kiriye ku duyemîn hevdîtina ku wan bi nûnerê xwediyê kar re kiriye bi erênî ancam daye. Li gorî encama peymana ku bi devkî hatiye kirin dê hemû karkerên ku ji kar hatibûn derxistin di dawiya meha Çiriya Pêşiyê de dîsa dest bi kar bikin. Wê pêvajoya peymana karî ya bi komî were destpêkirin.
Mehmet Turkmen, Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendîkayê ragihandiye û gotiye, “Îro di civîna navbera sendîkaya me û xwediyê Ûgûr Tekstîlê de duyemîn hevdîtin çêbû. Me lihevkir ku heta dawîya vê mehê dê kargeh vebe, tevahî karker bi şûn ve were girtin û hevdîtinên peymana bi komî ya bi sendîkayê re dê were destpêkirin. Bijî yekitî, têkoşîn, piştevanî!”
Çi bûbû?
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger(DISK) in di 10ê Îlonê de li Ûgûr Tekstîlê ya Rihayê rayeya sendîkayî wergirtibû. Li kargehê 300 karker kar dike û di 24 rojên borî de rêveberiya kargehê sendîka nas nekiriye û bi hinceta KOD-18ê dawî li karên tevahî karkeran anibû.
Karkeran li ser vê yekê li pêş kargehê dest bi çalakiyê kiribû.
(HA/AY)