Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kongsbergê, bajaroka nêzîkî Osloya paytexta Norwêcê, bi tîr û kevanan êrîş pêk hatiye. Di encama êrîşê de herî hindik 5 kes mirine, gelek kes jî birîndar bûne.
Êrîş duh (13ê Çiriya Pêşiyê) li gor saeta herêmî li derdora 18.10 deqîqeyan de bûye.
Polîsê Norwêcê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku kesekî tîr û tevan di destan de bû, çeqober tîr avêtine mirovan û êrîşkar hatiye desteserkirin.
Paşê welatiyekî Danîmarkayê yê 37 salî bi gûmana êrîşkariyê hatiye girtin. Li gorî nûçeya AAyê, parêzer Fredrik Neumann, ji kanala NRK, televizyona dewletê ya Norwêcê re diyar kiriye ku miwekilê wî gotiye ew ê ji polîsan re behsa hûrgiliyan bike û bi wan re bibe alîkar.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, polîsên Norwêcê gotiye ku wisa xuya dike, êrîşkar bi tena serê xwe ye û sedema êrîşî hîna nayê zanîn.
Erna Solberg, Serokwezîrê Norwêcê di daxuyaniya xwe de ji bo êrîşê gotiye “tirsnak e”. (TP/FD)