Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de gotiye ku ti biryareke cezakirinê ya ji bo mafparêz û karsaz, Osman Kavalayî nehatiye dayîn. Delegasyonê her weha diyar kiriye ku digel biryara DMMEyê serbestnekirine Kavalayî dijhiqûqî ye.
NOT: Pinar Tarcan, edîtora bianetê di 2yê Çiriya Paşiyê de nûçeyek weşandibû û tê de gotibû, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derbarê Kavalayê girtî de biryareke nû daye û gotiye heta civîna meha Kanûna Pêşiyê tekez Kavala azad bibe. Lê Kavala serbest nebûbû.
“Serbestnekirina wî metirsîdar e”
Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de ji Tirkiyeyê xwestiye ku Kavalayî demildest azad bikin û wiha dewam kiriye:
“Karsaz û mafparêz Osman Kavala, bêyî ku biryara cezakirinê, nêzîkî çar sal in li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye.
“Digel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2019an, biryara zarûrî ya ku digot divê Osman Kavala demildest serbest bibe, şeş biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya bi vî rengî û biryareke demkî ya heman saziyê, heta niha ti pêşketin ji bo serbestbûna Osman Kavalayî nebûye. Di serî de ji hêla berpirsiyariyên navnetewî yên Tirkiyeyê, rewşeke metirsîdar e.
“Tirkiye ji berê de endamê Konseya Ewropayê ye û weke welatekî namzet ji bo Yekîtiya Ewropayê, di qada rêzgirtina mafên bingehîn yên têkiliyên esasî yên YE-Tiryiyê de divê bi lez û bez gavên berpiçav û domandinê biavêje.
“Em daraza tirkan vedixwînin wî tiştî ku li gorî biryarên pêşniyar ên Konseya Ewropayê yên ji bo serweriya hiqûqê, demokrasî û xutrkirina mafên bingehîn tevbigere û heta civîna pêş a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, bila biryara DMMEyê ya ji bo serbestberdana Birêz Kavalayî bicih bîne. (EMK/FD)