Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza Geziyê îro dewam kir ku Osman Kavala jî tê de 52 kes tên dadgehkirin.
Kavala hezar û 438 ro jin li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye.
Doza Geziyê demeke berê bi doza çArşiyê kiribûn yek û piştî biryara yekirinê, cara yekem e ku danişînek pêk hat. Dadgehkirin wê li 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bihata. Lê ji ber ku hejmara bersûcan û beşdaran zêde bû, dadgehkirin li 14em Dadgeha Cezayê Giran paşê jî li 27em Dadgeha Cezayê Giran bû.
Dadgehkirin wê saet di 09.45 deqîqeyan de dest pê bikira lê ji ber pirsgirêk di computerê de derket, saet di 11.00ê de destpê kir. Osman Kavala, tekane bersûcê girti, ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya Sîstema Deng û Dimenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bû.
Nûnerên Konsolxaneyên Ingilîstan, Danîmarka, Fransa, Swîsre, Almanyayê, Raportarê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor û parlamenterên HDPyê, Zeynel Ozen û Zuleyha Gulum, parlamenterên CHPyê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikûlû jî doz şopandin.
Her weha Milena Buyum, berpirsa Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî dozê bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameyan, serokê dadgehê pirsî ku bê ka kes li dijî şêweyê dozê derdikeve yan na. Alî Riza Dîzdar, yek ji parêzerên doza çArşiyê axivî û got ku yekkirina doza Geziyê û ya çArşiyê li dijî hiqûqa şêweyê ye.
Her weha parêzer Omer Kavîlî, Ersan Şen, Tûgce Dûygû Koksal, Yildiz Îmrekê jî daxwazkir ku doz careke din ji hev cida bibin.
Dozgerî danişînê ji heyeta dadgehê xwest ku daxwaza parêzeran qebûl nebe. Heyeta dadgehê navber da danişînê.
Danişîn di saet 13.45 deqîqeyan de dest pê kir. Piştî ku danişînê destpê kir, parêzeran xwest ku dozger careke din nêrîna xwe aşkere bike. Heyetê 5 deqîqe navber dayê. Piştî navberê, heyetê hemû daxwazên parêzeran red kir. Parêzerên doza çArşiyê ji salona dadgehê derketin. Temaşevanên li salonê jî bi çepikan piştgirî dan parêzeran.
Heyetê dadgehkirin dewam kir.
Kavala: Îdîayên fantastîk in
Osman Kavala, bi rêya SEGBISê beşdarî danişînê bû. Kavalayî got ku ne tenê ji ber ew bi tiştên bêdelîn tên tawarkirin, ji ber sînorên mantiqî derbas dikin û xwe dispêrin teoriyên komployê, îdiayên derbarê wî de fantaktîk in.
Piştî axavtina Koksal Bayraktar, parêzerê Kavalayî, dozger Edîp Şahînerî nêrîna xwe pêşkêş kiriye û xwestiye ku Kavala neyê berdan.
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye û daxwaza tehliyekirina Kavalayî qebûl nekiriye. Dadgehkirin wê 26ê Çiriya Paşiyê dewam bike. (HA/FD)