Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Meramê, navçeya Konyayê di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de 7 kes ji malbata Dedeogûllari hatibû qetilkirin. Di çarçoveya dosyeya lêpirsînê de 2 kesên din hatine girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî êrişa yekem a li dijî malbata Dedeogûllari ku di 12ê Gulanê de pêk hatibû 2 kes hatibû girtin. Ew kesana di çarçoveya dosyeya lêpirsînê ya têkildarî qetlîamê de jî hatine girtin.
Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya dosyeya lêpirsînê de hatine girtin, derketiye 13an.
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn.
(TP/AY)