Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) ragihandiye ku wan ji ber gotinên Başak Demîrtaş, hevjîna Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê derbarê FOX TVyê de lêkolîn daye destpêkirin.
RTUKê li hesabê xwe yê Twîtterê derbarê mijarê de weha gotiye, “Di bernameyeke FOX TVyê de ku îro pêk hatiye, ji ber gotin û daxuyaniyên mêvan Başak Demirtaşê, di çarçoveya qanûna bi hejmar 6112ê lêkolîn hatiye destpêkirin”
Başak Demîrtaş duh sibê beşdarî bernameya bi navê Çalar Saat a ku Îsmaîl Kuçukkaya birêve dibe, bûbû.
Demîrtaşê diyar kiribû ku ew 19 meh in nikarin bi hevjînê xwe re hevdîtina rûbîrû pêkbîne û weha gotibû, “Mixabin, rewş êdî bûye kêfî”
Başak Demirtaş di bernameyê de gotibû, “Selahattîn qet negotiye ez poşman im ji wan tiştên min kirine û eger li derve bûma wiha dibû, qet tiştekî wiha negotiye. Min jî negotiye û malbata me jî tiştekî wiha negotiye. Li Tirkiyê wiha ye. Eger Kurd bî û mixalif bî divê qurbanî bidî.”
Demîrtaşê di bernameyê de ji siyasermedarên HDPî yên di girtîgehê de ne re silav şandibû.
(KO/AY)