Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di meha Îlonê de herî hindik 175 karker mirine. Di neh mehên sala 2021an de herî hindik hezar û 674 karker di dema karkirinê de mirine.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye. ISIGê rapora xwe bi navê “Em birçî ne, Bêkar in, Em nikarin debara xwe bikin, Di dema karkirinê de em dimirin…” weşandiye. Meclîsê ji sedî 67ê zanyariyên xwe ji çapemeniya netewî, ji sedî 33 jê ji çapemeniya herêmî, hevkarên karkeran, malbatên wan, pisporên ewlehiya karî, doktorên kargehan, rêxistinên pîşeyî û sendîkayan kom kirine.
Meh bi meh hejmara karkerên ku mirine
- Kanûna Paşiyê – herî hindik 203 karker
- Sibat - herî hindik 142 karker
- Adar - herî hindik 144 karker
- Nîsan - herî hindik 258 karker
- Gulan - herî hindik 239 karker
- Hezîran - herî hindik 180 karker
- Tîrmeh – herî hindik 155 karker
- Tebax - herî hindik 178 karker
- Îlon - herî hindik 175 karker mirine.
Hin xalên ku di raporê de balê dikişînin ev in:
* Di meha Îlonê de 18 jin û 157 mêr di dema karî de mirine. Jinan bêhtir karê çandinî, tekstîl, çapemenî, perwerde, buro, barkêşî, tenduristî û çendên din dikirin.
*5 karker penaber/penaxwaz bûne. 3 jê sûriyeyî, 1 macaristanî û 1 jî tirkmenistanî bûye.
*5 karker zarok bûne.
*Temenê 47 karkeran ji 51ê berjortir bûye.
*53 karker ji ber Covid-19ê mirine.
Di meha Îlonê de ji 175 karkeran bi tenê 7 karker (ji sedî 4) endamên sendîkayan bûne.
(AÖ/FD)