Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 211emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dayik û kurê xwe li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin bê pankart dest bi nobetê kirine. Di roja 200emîn ya nobetê de polîsa dest danîbûn ser pankartên malbatê. Malbat ji wê rojê pê ve bê pankart nobetê digirin. Îro Ahmet Atiş, parêzerê malbatê jî tevlî çalakiyê bûye.
Parêzer Ahmet Atiş bi Ferît Şenyaşar re ji bo ku pankartê werbigirin serî li dozgeriyê dane.
Parêzer Ahmet Atiş weha gotiye:
“Digel astengkirinan çalakiya nobetê 7 meh li piştî xwe hişt. Di roja 200emîn ya çalakiyê de şubeya ewlekariyê dest danîbû ser pankartê. Duh ji bo ku em pankartê werbigirin me serî li dozgeriyê dan. Rayedaran bersiv da me û got in, ‘pankart di beşa emaneta edlî de di dosyayeka ku di bin lêpirsînê de ye.’ Piştre me bi dozgerê ku lêpirsînê birêve dibe de hevdîtin pêkanî. Em pêhesiyan ku derbarê hevpîşeyên me Bulent Dûran û Sedat Taşçi de ji ber daxuyaniya piştgiriyê ku di roja 200emîn de hatibû dayîn, gilî hatiye kirin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)