Fotograf: Sendikaya Ûmût
Polîsan li Ataşehîrê, navçeya Stenbolê bi ser depoyên berhekarên gilêşan de girtine û 200 kes desteser kirine.
Sendîkaya Ûmût (Hêvî) derbarê serdegirtina polîsan de ev zanyarî weşandiye:
“Îşev li Ataşehîrê nîvê şevê di encama serdegirtinan de nêzîkî 200 karkerên kaxizên kom dikin, desteser bûne. Ji bo wan dersînor bikin birayên me yên penaber birine Navenda Komkirina Penaberan. Holikên karkeran rûxandin, dest danîn ser erebokên wan. BISEKININ! BES E!”
Ataşehir’de yüzlerce polisle atık kağıt işçilerin depolarına baskın yapılıyor.
— UMUT-SEN (@Umut_Sendikasi) October 5, 2021
Atık kağıt işçilerine dönük saldırılar planlı şekilde yapılmaya devam ediliyor. Atık kağıt işçileriyle dayanışmayı büyütelim, saldırıları bertaraf edelim! #ÇekçeğimeDokunma pic.twitter.com/8gXAP1xWxa
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan û ekîbên zabiteyan bi ser malên karkeran û depoyên ku kaxizên bermayî lê kom dikirin de girtine.
Polîsan û zabiteyan bi ser 49 navnîşanên cida de girtine û nêzîkî 200 berhevkarên gilêşan desteser kirine. Her weha dest danîne ser kelûpelên wan ên di depoyan de.
Di dema daxuyanî de hevalê wan hatiye desteserkirin
Karkeran duh (5ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an) li Ataşehîrê civîneke çapemeniyê li dar xistine. Karkeran xwestine ku hevalên wan ên desteserkirî serbeset bibin. Di dema daxuyaniya karkeran de 3 hevalên wan hatine girtin û ew şandine Girtîgeha Maltepeyê. (EMK/FD)