* Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz derbarê girtiyên nexweş ên nayên tehliyekirin de daxuyaniyek daye.
Komeleyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de behsa rewşa Mûrat Gunturkî kiriye ku miwekilê parêzerên komeleyê ye.
Parêzer di 1ê Çiriya Pêşiyê de li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmar 5an serdana Mûrat Gunturkî kiriye û wî ji parêzeran re gotiye ku di mejiyê wî de ûr derketiye.
Gunturkî diyar kiriye ku ûr mezin bûye û doktorî/ê jê re gotiye “ji bo dermankirinê dereng maye, diviya bû ku berê midaxele lê bikirana.” Gunturk li bendê ye ku wî emeliyat bikin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) li girtîgehan 604 jê giran, herî hindik hezar û 605 girtiyên nexweş hene.
Ozdogana bi pençeşêrê hatiye girtin
OHDyê bibîr xistiye ku Ayşe Ozdogana nexweşiya wê ya pençeşêrê di qonaxa çaran de ye û daxwaza wê ya taloqkirina cezayî nehatiye qebûlkirin û ew girtine. Her weha behsa Aysel Tûglûk, siyasetmedar û hiqûqnasa li Girtîgeha Kandirayê tê girtin kiriye û wiha pê de çûye: “Gelek girtiyên ku şaxa me ji bo rewşa wan a tenduristiyê û taloqkirina cezayî serî lê daye, digel raporên Saziya Tiba Edlî ya dibêje “nikare li girtîgehê bimîne” li girtîgehan tên girtin. Ergîn Aktaş û Serdal Yildirimê ku li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa Ryê girtî ne, mînakên herî berbiçav ên vê rewşê ne.”
Komîsyonê her weha gotiye ku rewşa heyî li dijî Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. (AS/FD)