Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 207emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye.
Şenyaşarî daye zanîn ku li holê komkujiyek heye û wiha gotiye: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 kesên me hatin qetilkirin. 3 sal û 3 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn. Ligel vê jî dozgeran hîna doz ne vekirine. Bi vê awayî dibin hevkarê vê komkujî û vî sûcî. Têkoşîna me êdî ji takekesî derketiye. Li welat her kes piştgiriyê dide têkoşîna me. Îro meclîs vebû. Hemû partiyên siyasî vê doza me ya mafdar dişopînin. Divê di meclîsê de, yek ji mijarên sereke yên bibin rojev ev doza me be. Em ê heya dawiyê têbikoşin û ji ber deriyê edliyê neçin.”
“Bêedaletiyê rakin”
Şenyaşarî destnîşan kiriye ku ji ber zextên siyasî birayê wî bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û bang li meclîsê kiriye: “2 daxwazên me hene. Ya yekem, em dixwazin birayê me yê girtî serbest were berdan. Ya duyem jî em naxwazin serê sûcê ku li nexweşxanê hat kirin, were nuximandin. Ji ber vê yeke em bang li parlamenterên di Meclîsê de ne dikin; Em dixwazin ev bêedaletiya li ber Edliyeya Rihayê di zûtirîn demê de were rakirin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)