Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 206emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye.
Şandeya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî di nav de ye serdana malbatê kiriye. Malbatê bi dowizên “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwaziya şandeyê kiriye.
Parêzerê malbatê Hidayet Enmek jî di serdanê de bi malbatê re bûye.
Parêzer Enmek têkildarî dosyeya dozê zanyarî daye şandeya ESPê. Enmek daye zanîn ku ligel astengkirinan jî Nobeta Edaletê didome û wiha gotiye:
“Em weke parêzer jî heta dawiyê em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Wê rojekê edalet pêk were. Vê nobeta edaletê da nîşandan ku em hiqûqnas çiqas aciz in. Em hemû hêzên demokratîk vedixwînin ku bila piştevaniya malbatê bikin.”
'Ev qêrîn, qêrîna me ye’
Hevserokê Giştî yê ESPê Şahîn Tumuklu jî qala girîngiya domandina têkoşîna edaletê ya li vê erdnîgariyê kiriye. Tumuklu 20emîn danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê ya li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatiye dîtin bi bîr xistiye û wiha gotiye: “Me duh li Pirsûsê jî dît. Qesrê edaletê, dadgeh û dozger berdevkên berpirsyarên siyasî yên vî karî ne. Em niha li pêş avahiyeke ku berdevka berpirsyarên siyasî dikinin. Em dibînin ku malbatek çawa hatiye qetilkirin û çawa têkoşîna wan tê astengkirin. Banga malbatê bangeke berxwedanê ye. Tişta dikeve ser me ewe ku em bibin dengê qêrîna malbatê. Peywîra me ye ku em li her derê vê qêrînê belav bikin. Em ê berdewam bikin ku ji bo malbata Şenyaşar û ji bo herkesê bêjin edalet. Em têkoşîna edaletê bikin yek. Ev qêrîn, qêrîna me ye.”
Ferît Şenyaşar jî qala zehmetiyên ku di pêvajoya nobetê de dikişînin kiriye. Şandeyê piştî bi malbatê re demekê nobet girt, ji wir çûne.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)