Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji çar aliyên cîhanê rêxistinên înterseksan, ji Desteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî re nameyek nivîsandiye. Rêxistinan name şandiye danişîna 48an a Desteyê ku navê zêdetirî 70 rêxistinan tê de heye. Di nameyê de rêxistinên înterseksan behsa binpêkirinên mafan û berpirsiyariyên dewletan kirine.
“Maf û berpirsiyarî”
Ji Kaos GLyê Dama Ûmût Ûzûn, nameya ku ji Tirkiyeyê Piştevaniya bi Înterseksan re îmze kiriye, wergerandiye tirkiyê.
Beşek ji nameyê wiha ye:
“Em kêfxweş in ku ev Deste di asta cîhanî de balê bêhtir dide li ser binpêkirinên mafên înterseksan.
“Par di danişîna 45an de Awistiryayê bi belavokeke hevbeş a 37 eyaletan, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên metirsîdar ên li dijî înterseksan.
“Di danişîna havînê ya vê Desteyê de koma Afrîkayê daxuyaniyek weşand ku ev tişt îdia dikir: ‘Bandora cidakirina li gorî esasê curbicuriya înterseksê ya jinan û ya apartheidê weke hev e ku apartheid di qada navnetewî de weke sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye qebûlkirin’.
“Di dema vê nîqaşê de belavoka duyem a nav-herêmî hate weşandin. Di vê belavokê de bang li dewletan dikirin û ji wan dixwestin ku li dijî cudakarî û tundkariya li înterseksan dibe, têkoşînê bikin.
“Serokê rêzdar, heta karên yasayî yên lezgîn û polîtîka bicih nebin, wê binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî înterseksan dibin, dewam bikin. Hewce dike ku ev Deste mesajeke xurt bide û bibêje, ev cûre pêkanîn normên mafên mirovan ên navnetewî binpê dikin û wê çav ji wan re neyên girtin.” (EMK/FD)