Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Dr. Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ku qeyûm li cihê wî wezîfedar bûbû, hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 28em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye.
Mizrakliyê ku di dosyayekî din de girtiye li Girtîgeha Bi Hijmar 2 ya Tîpa Tya Bunyana Qeyseriyê bi Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) tevlî danişînê bûye.
Dozgerê danişînê xwestiye Mizrakliyî bi sedema ku “propagandaya rêxistinê kiriye” were cezakirin.
Desteya Dadgehê jî destnîşan kiriye ku îddiayên di îddianameyê de ne nakeve nava sûcê propagandayê, çalakiya ku Mizrakliyî tevlî bûye ya greva birçîbûnê jî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye û biryara beraetê daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Mizrakliyî sûcên ku di îddanameyê de ne qebûl nekiriye û gotiye, “Ez ne pevxistina vê îddanameyê ne jî sûcên tê de ne qebûl nakim. Min her tişt li ser bingeha aştî û çareseriyê pêkanî.”
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin. (TP/AY)