Fotograf: Edalet ji bo Pirsûsê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
20em danişîna doza Qetlîama Pirsûsê duh (29ê Îlonê) li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dewam kiriye ku li Kampusa Girtîgeha Hîlwanê hatiye avkarin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezapotamya, heyeta dadgehê, ti daxwazên malbatên qurbaniyan qebûl nekiriye.
Bi pêşekiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) komeke ciwan, ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobaniyê re, di 20ê Tîrmeha 2015an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xistibû. DAIŞê êrîşeke bombeyî kiribû li ser civînê û 33 kes li wir can dabûn. Doza derbarê qetlîamê de dewam dike.
Danişîna 19em di 27ê Gulana 2021an de pêk hatibû û dozgerî nêrîna xwe aşkere kiribû. Dozgerî xwestibû ku Şahîn bi 34 caran cezayê miebeta girankirî re were cezakirin û dosyayên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî, her du bergûman firarkirî ji ya din were cidakirin.
“Belgeyên dozê ji doza Enqereyê hatin”
Bersûcê dozê Yakûp Şahîn ku ji dosyeyê ew bi tenê girtî ye ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
Yakûp Şahîn, bersûcê dozê û faîlî êrîşa ku DAIŞê li Gara Enqereyê kiriye, Girtîgeha Rihayê ya Tîpa Tyê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBÎS) beşdarî dadgehkirinê bûye. Şahîn tekane bersûc e ku girtî ye.
Parêzer Sezîn Ûçarê gotiye: “Gelek belgeyên ku hatine vê dozê, ji doza qetlîama Gara Enqereyê hatine. Dadgehkirina hemû faîlan ti carî qebûl nebû. Ji ber wê em dixwazin belgeyên ji doza Qetlîama Enqereyê hatine lêkolîn bikin. Tiliya kê di vê qetlîamê de hebe, em dixwazin ew werin dadgehkirin. Bidestxistina rastiya madî, divê ne ewqas zehmet be.”
Sê bersûc hene du jê firarkirî ne
Parêzer Sezîn Ûçarê diyar kiriye ku di doza Qetlîama Pirsûsê de bi tenê sê kes tên dadgehkirin:
“Lê di destê me de bi tenê bersûcek heye. Ew jî her car bi rêya SEGBISê beşdarî danişînê dibe. Nêrîneke wiha heye ku tu dibê qey Yakûp Şahîn bi tena serê xwe ev qetlîam kiriye. Hîna lêkolîn nehatibû kirin, bûyer nehatibû ronîkirin, dozgerî nêrîna xwe aşkere kir. Qetlîama Enqere û Pirsûsê têkildar in. Divê Qetlîama Pirsûsê roniya xwe berde ser Qetlîama Enqereyê. Ji ber ku Qetlîama Pirsûsê berê pêk hat. Lê berovaciya vê dikin. “Me parêzeran bi derfetên xwe li rojnameyan nêrî û belge û zanyariyên bidestxistin, em bala we dikişînin ser wan. Lê daxwazên me nayên qebûl kirin.”
“Bila li Davûtoglûyî guhdar bikin”
Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzolî jî destnîşan kiriye ku dozger dixwaze bilezûbez biryara dosyeyê bide û wisa dixwaze ser dosyeyê bigire. Îzolî aniye ziman ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtogluyî hin tişt gotine û xwest weke şahid li Ahmet Davûtoglûyî guhdar bikin.
Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo daxwazên parêzeran binirxîne, 15 deqîqe navber daye danişînê. Bi dû navberê re şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û ti daxwazên parêzeran qebûl hekiriye.
Dozgerî nêrîna xwe ya di danişîna 19an de diyar kiribû, dubare kiriye. Pişt re xizmên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn li dijî nêrîna dozgerî xwe parastine.
Heyeta dadgehê piştî parastinan, biryar daye ku dadgehkirin 22ê Çiriya Pêşiyê dewam bike. (AS/FD)