Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tulay Hatîmogûllari, Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Edeneyê gotiye ku roja 25ê Îlonê du sivîlên çekdar, xwe weke polîsan dane naskirin û bi darê zorê xwestine deriyê mala wê vekin. Serî li dozgeriyê dane, lê dozgerî nexwestiye daxwaznameyê qebûl bike û Midûriyeta Emniyetê ya serî lî dane, pênc roj in ti daxuyanî nedaye.
Hatîmogûllariyê ji bo behsa bûyerê bike li Navenda Giştî ya HDPyê ya li Enqereyê, civîneke çapemeniyê li dar xistiye û wiha gotiye: “Du kesan ‘gotin em polîsên sivîl in’, li zengila deriyê min xistin, xwestin bikevin hundir malê. Min derî venekir. Bi israr gotin ‘Em polîsên sivîl in’ û zor didan derî û pê li zengil dikirin. Min got, ‘Ez parlamenter im, ne polîs ne jî ti kesên din nikarin bi vî awayî bikevin mala min’. Bi israr gotin ‘Em polîs in’. Ev tişt du sê deqîqeyan dewam kir. Di vê demê de min xwe gîhand hevalên xwe yên ji partiyê. Me Emniyet agahdir kir.”
Hatimogûllariyê daye zanîn ku wan derbarê mijarê de serî li emniyet, dozgerî û Serokatiya Meclîsê daye, lê belê heta niha dozgeriyê daxwaznameya wan wernegirtiye û tevî ku 5 roj di ser bûyerê re derbas bûne, dozgerî û emniyetê daxuyaniyek fermî nedane. (DŞ/FD)