Fotograf: Nurcan Kaya / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku di sala 2014an de li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandibû, “Li Kobanê ne tenê Kurd, hemû gelên li wir dijîn, li ber xwe didin”, dadgehekê sal û 3 meh cezayê girtîgehê li nivîskar û mafparêz Nûrcan Kayayê biriye.
Kaya bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” dihate dadgehkirin. Kaya cara çaran derketiye pêşberî dadgehê. Dadgehkirina Kayayê li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Parêzer Veysel Ok, tevlî Kayayê beşdarî danişînê bûye. Dadgehkirin ne di saeta xwe de lê piştî bi saetekê destpê kiriye. Her weha Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê jî li salona dadgehê, piştgiriya Kayayê kiriye.
Di 9ê Hezîranê de danişîna sêyem pêk hatibû û dozgerî li wir mesaja Kayayê weke delîl nîşan dabû û xwestibû ku bi 5 salan were cezakirin.
“Parastina aştiyê ne sûc e”
Kayayê li dijî daxwaza dozgerî gotiye ku ew ê xwe neparêze, lê ew ê behsa pêvajoya heta roja îro bike. Kayayê diyar kiriye ku ew mafparêz e û ji ber desthilat ji parvekirinên wê aciz bûye, ew hatiye dadgehkirin.
Kayayê di dewama axavtina xwe de destnîşan kiriye ku parvekirinên wê li gorî azadiya xweîfadekirinê ne û wiha gotiye: “Parastina aştiyê ne sûc e. Ez ê li dijî şer di gotina aştiyê de berdewam bim. Aşkere ye ku ez îro ne ji ber propagandaya rêxistinê li vir im.”
Veysel Ok, parêzerê Kayayê jî wiha axiviye: “Gelo tweetên ku li dijî rêxistineke terorê, ya hemû cîhan wê mirovkuj dibîne û li Tirkiyeyê qetlîam pêk aniye, dua leşker şewitandine hatine nivîsandin çawa dibe weke ‘propagandaya rêxistinê’ tê nirxandin.”
Piştî parastina Okî, heyeta dadgehê navbereke kurt daye û paşê biryara xwe aşkere kiriye. Heyetê di biryara xwe de îdia kiriye ku Nûrcan Kayayê “propagandaya rêxistinê kiriye” û sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê biriye. Heyeta dadgehê aşkerekirina biryara cezakirinê taloq kiriye.
Her weha wê heyet sedema biryara xwe jî paşê aşkere bike. (HA/FD)