Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) rapora xwe ya Binpêkirinên Mafan ya Herêma Egeyê ya 4 mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê aşkere kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Zafer Încîn, Serokê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê duh(21ê Îlonê) di civîna çapemeniyê de ku li avahiya komeleyê saz bûye, axiviye û diyar kiriye, ev daneyên ku di encama serlêdanên li saziyê hatine kirin û lêgerîna çapemeniyê hatine bidestxistin, bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Kutahya, Balikesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Bûrdûr û Isparta digire nava xwe.
Li gor raporê ji meha Gulanê heta niha 6 hezar û 383 maf hatine binpêkirin.
Încîn, bi lêv kiriye ku di 4 mehên destpêkê yên salê de 5 hezar û 304, di 4 mehên dawî de jî 6 hezar û 383 maf hatine binpêkirin û wiha gotiye: “Ji ber zimanê dijminane yên serdestên welêt û bêcezahiştina dadgeriyê êrîşên cihêkar û nîjadperest zêde bûne. Li herêma me di êrişa ser avahiya HDPê de Denîz Poyraz hat qetilkirin. Polîsan di demên dawî de sîxurtî ferzî ciwanên ku di partiyên mûxalîf û rêxistinan de dixebitin kirin.”
Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tûndkarî zêde bûye
Încîn destnîşan kiriye ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê binpêkirinên mafan ên li ser jinan zêde bûne û wiha berdewam kiriye: “Dema ku van êrişan berdewam dikir, bêcezatiya darazê, zimanê mêrane yê medyayê bûye sedemê zêdebûna êrişên li ser jinan. Ev helwest dide nîşandan ku êrişên ser jinan û cînayetên jinan polîtîk in.”
Încîn, naveroka rapora binpêkirinên mafan a 4 mehan wiha rêz kiriye:
“*Binpêkirinên di encama desteserkirin, girtin, zextên hêzên ewlehiyê, gef, astengkirin û ên gihiştin darazê de: 226
* Binpêkirinên mafan ên li ser jinan: 198
* Binpêkirinên mafan ên li ser zarokan: 39
* Di dema karkirinê de: 698
* Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan: 56
* Binpêkirinên mafan ên li ser penaberan: 4 hezar 747
* Binpêkirinên mafan ên li hawirdorê: 164
* Binpêkirinên mafan ên weke lêdan-tundî-birîndarkirin, mirinên bi guman, îdiayên xwekuştinê û kuştin: 255
(KO/AY)