Fotoğraf: Açik Radyo / Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwendekarên zanîngehan ji bo ku balê bikişînin ser pirsgirêkên xwe yên bêwargehbûnê, çalakiyên protestokirina zêdebûna kirêyên xaniyan û lêçûnên wargehan dabû destpêkirin. Duh êvarê 9 kes hatine desteserkirin.
Xwendekaran di çarçoveya çalakiyên xwe de duh bi şev li Parka Îlhan Erdost a Enqereyê kon vedane. Ekîbên polîsan diçin parkê ji xwendekaran daxwaza rakirina konan kiriye.
Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, 9 xwendekarên ku daxwaza polîsan qebûl nekirine hatin desteserkirin.
Çalakiyên “Tevgera Cih Tune Ku Em Lê Bihewin” ku li Yogûrtçû Parka Stenbolê hatibû destpêkirin û li bajarên din jî belav dibin.
Daxwazên xwandekaran çi ne?
Li ser hesabê medya civakî yên “Tevgera Cih Tune Ku Em Lê Bihewin” hatiye destnîşankirin ku ji ber zêdebûna kirêyên xaniyan nikarin xaniya bigrin, di wargehên dewletê de jî cih ji wan re nîne lewra wan weke nerazîbûn li derve kon vedan û daxwaza çareseriya pirsgirêkan kirine.
Tevgerê di 20ê Îlonê de peyamek weha belav kiriye:
“Em xwendekarên zanîngehê yên ku bêmal, bêbûrs û bêwargeh hatine hêştin e. Heke hemû derfetên me yên ji bo ku em bibe xwedî cihekî ku di nava şert û mercên mirovî de em lê bijîn ji destê me hatibe girtin, em ê van derfetan biafirînin.”
Li Tirkiyeyê îsal 815 hezar û 365 xwendekar li zanîngehan bicihbûn in. Li gel xwendekarên ku li zanîngehan perwerdeyê dibînin pêdiviya hewandinê ya bi milyonan xwendekaran heye. (TP/AY)