Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 191emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye.
Malbatê têkildarî çalakiya xwe ya îro li ser hesabên xwe yên medya civakî ev peyam parve kiriye:
“Mixabin hêza me ya tena serê xwe li pêş edliyeyê vê bêedaletiyê asteng bikin nîne. Ev bêedaletiye di kesayeta dayikê de belavî civakê dibe. Wezareta Dadê tenê temaşe dike. Pergala bêedalet, neçare ku têk biçe.”
Dîmenên nû derketine holê
Li gorî nûçeya Emrûllah Acarî ya ku li Ajansa Mezopotamyayê belav bûye, têkildarî êrişa li dijî Malbata Şenyaşar dîmenên nû derketine holê. Li gorî dîmenên nû hatiye tespîtkirin ku kesê bi keleşnîkofê êrişî cihê kar yê Malbata Şenyaşar dike, di dosyeyê de cîh nagire.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)