Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê 299 penaber hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya ku Midûriyeta Emnietê ya Wanê daye, di encama operasyonên wan de di navbera 6 û 12ê Îlonê de 299 penaber desteser kirine. Bi gûmana bazirganiya mirovan dikin lêpirsîn li 15 kesan vebûye.
Dibe ku 515 hezar kes ji Afganistanê koç bikin
Shabia Mantoo, yek ji berdevkên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (KBPNY) gotiye ku ji meha Kanûna Paşiyê û vir ve 550 hezar kes ji Afganistanê ji cihên xwe bûne û 2 milyon û 900 hezar kes jî li nava welêt bûne koçber.
Li gorî daxuyaniya ku navenda KBPNYyê, heta dawiya vê salê dibe 515 hezar kesên din ji Afganistanê koç bikin.
Welatên cîranên Afganistanê ji ber şer û krîza ku demeke dirêj e dewam dike, heta niha 5 milyon û 200 hezar Afganistanî qebûl kirine.
Ji sedî 90ê penaberan diçin Pakistan û Îranê, ji sedî 10 jî diçin Tacikistan, Turmenistan û Ozbekistanê. (AS/FD)