DMMEyê 130 hezar Euro ceza li Tirkiyeyê biriye
DMMEyê têkildarî serlêdana Mûrat Yilmaz û Bişar Ayhan biryar daye. Li gorî biryarê wê Tirkiye 130 hezar Euro tezmînatê bide. Yilmaz û Ayhan 12 sal berê bazirganiya sînor dikirin, di dema bazirganiyê de li baregeha leşkerî gule bera wan hatiye dayîn. Di encamê de Yilmaz dimire, Ayhan jî brîndar dibe.
![DMMEyê 130 hezar Euro ceza li Tirkiyeyê biriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/250/072/original/aihmbb.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) derbarê dosyeya Mûrat Yilmazê 19 salî û Bişar Ayhan de biryara xwe aşkere kiriye. 12 sal berê li Elbaka Wanê piştî ku li baregeha leşkerî gule Li Mûrat Yilmazê 19 salî û Bişar Ayhan tê reşandin, Yilmaz dimire û Ayhan jî brîndar dibe.
DMMEyê ji ber ku mafên wan kesan yên jiyanî hatine binpêkirin, malbat astengkirine ku xwe negihîne dosyeyê, lêpirsînekî edîl nehatiye birêvebirin û bi sedema ku hêza zêde bikaranîne kesek miriye û kesekî jî birîndar bûye, ceza li Tirkiyeyê biriye.
Her weha dadgehê biryar daye ku wê Tirkiye 130 hezar Eûro tezmînatê bide.
(AS/AY)