Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9ê Adarê heta niha li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dikin.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Rihayê ve dihat birêvebirin biencam bûye û îdianame hatiye amadekirin. Serdozgeriyê bi tohmeta ku Emîne Şenyaşarê “heqaret” li Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere AKPê kiriye, doz lê vekiriye.
Di îdianameyê de Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) weke gilîkar cih girtiye. Her weha di îdianameyê de heta 4 salan cezayê girtîgehê ji Emîne Şenyaşarê re hatiye xwestin.
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê ve hatiye qebûlkirin û danişîna destpêkê a doza Emîne Şenyaşarê wê di 12ê mijdarê de were lidarxistin.
Di roja 7emîn a “Nobeta Edaletê” de wate di 15ê Adarê de Emîne Şenyaşar bi heman îdiayê hatibû desteserkirin û piştî îfade dabû polîsan serbest hatibû berdan.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya