Fotograf: T24
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê wê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê “Mitînga Aştiyê” di 5ê Îlonê de li dar bixistana. Piştî ku mîtîng hatiye astengkirin kesên xwestine li Tunêla Taksîmê çalakî pêk bînin polîsan destûr nedaye wan.
Li gorî nûçeya Gazete Walîtiyê ji bo ku mîtîng li Meydana Bazarê ya Bakirkoyê were kirin destûr dabû lewra ji aliyê Wezareta Navxweyî de mîtîng hatibû qedexekirin. Pişt re walîtiyê jî destûra xwe betal kiribû.
Hevserokê Giştî yê ESPê hatiye desteserkirin
Piştî ku destûra mîtîngê hatiye betalkirin Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê û komîteya amadekirinê kombûne û xwestine li Tunêla Taksîmê daxûyanî bidin. Li Tunêlê ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin. Polîsan rojnameger û Mûsa Pîroglû, parlamentere HDPê dorpêç kirine. Şahîn Tumtuklu, Heserokê Giştî ê ESPê desteser kirine.
Piştre polîsan êrişî komeka ku xwestiye biçe pêş Tunêlê kiriye. Gelek kes desteserkirine.
Piştî daxûyanî hatiye astengkirin gel berbi Karakoyê destbi meşe kirine. Di meşê de anons hatiye kirin ku 57 kes hatiye desteserkirin.(RT/AY)