Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyaniyek weşandiye.
Komeleyê daxuyanî bi ser navê “Ger em mafê aştiyê biparêzin em ê bikaribin aştiyê bînin” daye û wiha gotiye: “Em dixwazin bi sedema 1ê Îlonê, ya li Tirkiyeyê weke Roja Aştiyê ya Cîhanî tê pîrozkirin careke din bînin ziman ku em dixwazin li cîhaneke aştî lê serwerbe bijîn. Mafê aştiyê mafekî mirovan e.
“Li Tirkiyeyê ji hêla etnîk, olî, zimanî û çandî taybetmendiyên piralîparêz heye. IHD piralîparêziyê bi slogana xwe ya ‘herkes cida ye, herkes wekhev e’ gelek caran aniye ziman. Piralîparêz di heman demê de bingeha demokrasiyê ye.
“Li gorî nêrîna IHDyê di navbera demokrasî û mafên mirovan de peywendiyeke xurt heye û ji hev qut nabe. Ji ber wê, IHDyê diyar kiriye ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê û xeleka wê ya herî girîng jî pirsgirêka kurdan e.
Ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê çareser bibe, pêwîstî bi pêvajoyeke nû ya aştiyê û di encamê de bi çareseriya pevçûnan heye. Tirkiye yek ji wan welatan e ku pirsgirêkên xwe yên esasî yên weke pirsgirêka kurdan bi rêbazên çareseriya pevçûnan ên xwe dispêrin diyalog û gotûbêwan, çareser nekiriye. Ji ber wê ye ku pevçûnên çekdarî li nava welêt û li derveyî welêt dewam dikin.” (DŞ/FD)