Fotograf: Evrîm Kepenek/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
PENa Navneteweyî bibîrxistiye ku Meral Şîmşek di 21ê Îlonê de wê derkeve pêşberî dadgehê û xwestiye ku dozên derbarê wê de hatine vekirin bên betalkirin.
Şîmşek bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” heta 15 salî û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” jî heta 7 sal û nîvan jê re cezayê girtîgehê tê xwestin.
PENê di metna bangawaziyê de destnîşan kiriye ku ji kerema xwe serî li dezgehên Tirk bidin: Daxwaza betalkirina hemû dozên derbarê Meral Şîmşekê de bikin.
PENê bang kiriye ku divê rojnameger û nivîskarên ku ji ber naverokên nivîsên xwe ango ji ber îddiayên ku li ser wan hatine amadekirin, girtîne û tên dadkirin serbest bîmîne. Kesên ku ji ber mafên xwe yên xweîfadekirinê bikaranîne û hatine girtin divê demildest were berdan;
“Divê zextên ku li ser herêmên Kurdane bi dawî bibe û ji bo şerê ku didome divê çareseriyeke aştiyane were pêkanîn.”
“Îtirazê xwe bişînin vê navnîşanê:
Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul navnîşan: Wezareta Dadê, 06659 Enqere, Tirkiye
Twitter: https://twitter.com/abdulhamitgul navnîşan: [email protected]
(EMK/AY)