Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Girtîgeha Xarpêtê derbarê Leyla Guvenê û 8 girtiyên jin de lêpirsîna ‘stranên kurdî’ hatiye destpêkirin. Di metna lêpirsînê de hatiye gotin ku “bi zimanek nayê famkirin govend girtine” û “bi zimanekî nayê famkirin sirûd xwendine”
Li gorî nûçeya ajansa JinNewsê bi hêceta ku jinên girtî stranên kurdî gotine û bi zimanek nayê famkirin govenda devkî girtine û bi zimanekî nayê famkirin sirûd xwendine lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Sepan û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDPê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.
Dadgehê 22 sal û 3 meh ceza lê birî bû
9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji ber daxuyaniyên wê yên derbarê êrîşên li ser Efrînê û xebatên wê yên KCDyê, bi tohmeta ku “emdama rêxistinê ye” 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven, Hevseroka KCDyê birîbû.
Dozgerê Komarî bi tohmeta ku “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “li dijî qanûnan gel daye meşandin û civîn bi wan daye kirin”, “li dijî qanûnan derketiye û bê çek beşdarî çalakiyan bûye, digel hatiye hişyarkirin jî belav nebûye” xwestibû cezayê girtîgehê li Guvenê were birîn.
Piştî parêzeran paraznameyên xwe pêşkêş kiribûn, heyeta dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Guvenê birî bû û biryara girtina wê dabû. (RT/AY)