*Fotograf: Ofîsa Jinan a HDPyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ayşe Acar-Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamên hevdîtinên xwe yên li herêma Marmara, Çûkurovayê, li bajarê Malatya û Mêrdînê bi jinan re kirine, aşkere kiriye.
Meclîsa Jinan a HDPyê ev demeke di bin navê “Ji xizaniya jinan re na” hin hevdîtin dikirin. Acar-Başaranê encamên ku derketine holê li navenda partiya xwe ya li Enqereyê, bi civîneke çapemeniyê aşkere kiriye.
Di raporê de behsa pirsgirêkên ekonomîk ên paleyên jin, xwendekarên zanîngehan ên jin û yên din kirine. Acar-Başaranê gotiye ku di ser biryara tayînkirina kayûman ji bo Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê du sal boriye û wiha axiviêy: “Ne sîstema we ya kayûman lê wê sîstema me ya rêveberiyên herêmî ya ekolojîk a azadiya jinê dixwaze wê bi ser bikeve. Hûn çi bikin jî em ê dest ji prensîba xwe ya hevserokatiyê hu nûnertiya wekhev bernedin.”
Acar Başaranê derbarê xizaniya jinan de jî ev tişt gotine:
“Endama polîtîkayên şer e”
“Polîtîkayên şer xizaniya jinan zêdetir dike. Lewre jin in ên herî zêde encamên şer û tundkariyê bi giranî dijîn, em vê baş dizanin. Polîtîkayên şerê qirêj ên li welêt bi dijminatiya kurdan û jinan tê meşandin, tundkariya li jinan tê kirin kûrtir dike û xizaniya jinan, betaliya jinan berdewam dike.
“Em bi wan jinan re hatin ba hev ku digotin ‘Zivistanê ji ber şilî û sermayê, havînê ji ber germayê em perîşan dibin’. Em bi wan jinan re kom bûn ku ji ber xizaniyê dev ji malên xwe qadên xwe yên jiyanê berdane, ji Şirnex, Riha, Dîlok, Mêrdînê weke karkerên demsalî hatine Edeneyê, di konan de têkoşîna jiyanê didin, weke karkerên demsalî di zeviyan de îsotan û fisteqan kom dikin.
“Jin serê sibê saet ji 6.00ê heta 17.00ê êvarê kar dikin û bi tenê di navbera 85-100 TLyî heqdest distînin. Gelek ji wan bêyî ku bizanibin çiqas pereyî werdigirin, kar dikin.
“Xwendekarên zanîngehê dibêjin ku ew ji ber nikarin debara xwe bikin, tên Bûrsayê neçar in kar bikin. Jinên ku gotin rojane bi 90 TLyî debara xwe dikin, ti piştgiriyê ji dewletê nastînin. Binêrin, ne em ew jinên ku neçar in li Bûrsayê li bajarê konan bijîn, dibêjin.”
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(EMK/FD)