Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 163emîn de dewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê malbata Şenyaşar bi Fadil Şenyaşarî re ku ji sê salî zêdetire li Girtîgeha Elezîzê di hucreya yek kesî de dimîne hevdîtina bi telefonê ya heftane pêkaniye.
"Polîs û dozger wezîfeya xwe nakin"
Ferît Şenyaşar têkildarî nobeta ku li pêş edliyeyê dewam dike, weha gotiye, “Têkoşîna me ya edaletê 163 roj in di bin zilmê de berdewam dike. Sê mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Sê sal in têkildarî dozê tu geşedanek çênebûye. Kesek jî nehatiye desteserkirin. Kesên ku qetlîam pêkanîne li Pirsûsê serbest digerin. Polîs û serdozger jî wezîfeya xwe nakin û şirîkê sûc in. Tevahiya dinyayê li vê zilmê temaşe dike. Kujer hemû diyar in. Birayê min Fadil Şenyaşar sê sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Tevahiya Rihayê, Tirkiyê û dinyayê li zilmê temaşe dike. Êdî wê hêza ku em ê vê zilmê ragirtin nemaye. Bila dadger û dozger wezîfeya xwe bikin û hiqûqa serdestan bi dawî bibe.”
Emîne Şenyaşarê jî weha gotiye, “Kurê min di girtîgehê de ye lê kujer li derve digerin. Em edaletê dixwazin. Ev çawa edalete? Ev çawa dewlete? Pankartên me didizin, êdî bese. Bila qeydên nexweşxaneyê were derxistin.”
Malbatê li ser hesabên xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û gotiye, “Nobeta me ya Edaletê di roja 163em de li pêş Edliyeya Rihayê dewam dike. Li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)