Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) derbarê kuştina Gevriye Sariyî de daxuyaniyek weşandiye. Gevriye Sari di 8ê Tebaxê de li gundê Dîbekê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû kuştin.
SUDEFê destnîşan kiriye ku kuştina Sariyî kuştinên ku komên kontrayan di salên 1990î de dikirin, bibîr dixe. Federasyonê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Gelek failên kuştinên wê çaxê diyar nebûne. Tevlî van kuştinên hesabên wan nehatine pirsîn û failên wan nehatine derxistin, bi dehan gundên suryaniyan hatine valakirin û bi hezaran malbat ji warê xwe, welatê xwe neçar mane koç bikin.
“Kuştina Gevriye Sariyî tevlî revandina Şimûnî û Hûrmuz Dîrîlî li Bêşebabê û kuştina Yûsûf Kûrtê li Çiyayê Îzloyê (Bagok) hatiye qetilkirin, êrîşên birêkûpêk û plankirî yên di salên 90î de li dijî suryaniyan dihatin kirin, bibîr dixe.
“Hin hêz dibin asteng kur suryanî vegerin welatên xwe û li gund û dêrên xwe yên dîrokî careke din xwedî derkevin û ji nû ve ava bikin.
“Em dixwazin kujerên Gevriye Sariyî derxin holê, radestî darazê bikin û ewlehiya can û malên suryaniyan bistînin.
“Em bang li sazî û dezgehên gelê xwe yê suryaniyan dikin ku li dijî van lîstikîn qirêj ên li ser herêma çiyayê Îzloyê (Rayite) dengê xwe bilind bikin û li her deverê berpirsiyariya xwe bicih bîne.”
Çi bûbû?
Roja 8ê Tebaxê saet li derdora 22.00ê Gevriye Sari, li mala xwe bi guleyan hatibû kuştin. Cîranên wan gotine ku dema ev bûyer qewimiye, ji mala wî ji bo demeke kurt dengê mizûkê hatiye.
Li Newxeşxaneya Dewletê ya Mêrdînê otopsiya Sariyî kiribûn û diyar bûbû ku ew bi sê guleyan kuştine. Sari duh binax kirine. (RT/FD)